Li cîhanê hejmara pêketiyên Covid-19 ji nîv milyar kesan derbas kir

Hejmara mirinên ji ber vê vîrusê jî gihîştiye 6 milyon û 185 hezar û 143 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî ragihand, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê nîv milyar kesan derbas kir, rêjeya mirinên ji ber vê vîrusê jî bi milyonan kes in.

Li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins, hejmara pêketiyên Koronayê li seranserê cîhanê gihîştiye 500 milyon û 903 hezar û 88 kesan.

Herwiha eşkere kir, hejmara mirinên ji ber vê vîrusê jî gihîştiye 6 milyon û 185 hezar û 143 kesan.

Zanîngeha Johns Hopkins destnîşan kiriye ku Amerîkayê rêjeya herî bilind a pêketina Koronayê tomar kiriye, ku hejmara wan 80.4 milyon kes e, piştî wê Hindistan tê, ku 43 milyon kes pê ketine, Brezîlya jî bi 30.1 milyon pêketî, di pileya sêyem de ye.