Champions League.. MAN City bi dijwarî xwe ji Atletico Madrîd derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City piştî lîstikeke dijwar bi Atletico Madrid re derbasî qonaxa nîvfînala Champions League bû.

Di çarçoveya gera vegerê ya Champions League de, şeva borî Atletico Madrid mêvandariya Manchester City kir û bi encama (0 - 0) wekhev bûn.

Ji ber ku Manchester City di lîstika gera çûnê de li ser meydana xwe bi encama (1 - 0) bi ser ketibû, derbasî nîv-fînala Champions League bû.

Bi vê yekê, Rahênerê Manchester City yê Spanî Pep Guardiola di dîroka Champions League de, bû rahênerê herî zêde digihe nîvfînalê vê pêşbirkê.

Guardiola 9 caran gihîşt nîvfînalê, 4 caran bi Barcelona re, 3 caran bi Bayern Munich re û ev cara duyem e bi Manchester City digihe vê qonaxê.

Di lîstikeke din de, Liverpool piştî ku di encama her du lîstikên (çûn û vegerê) de bi giştî (6 – 4) Benfica têk bir, ew jî derbasî nîv-fînala Champions League bû.

Di lîstika nîv-fînalê de Manchester City dê rûbirûyî Real Madrîd re, tîma Villarreal a Spanyayê jî bi Lîverpoolê re were pêşberî hev.