Li Herêma Kurdistanê 2 roj in ti kesî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 26 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 26 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Herwiha 35 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.

Demek e li Herêma Kurdistanê amarên pêketin û mirina bi Koronayê gelekî kêm bûne û Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê, 2 roj in ti haleteke mirina bi Koronayê rû nedaye.

Amarên giştî:

Pêketin: 436899 kes

Mirin: 7446 kes

Başbûn: 428999 kes