Li Buchayê termên sivîlan li baxçeyê dêrê hatin veşartin

Keşeyê Dêra Azîz Andreasê Andrey Galavîn li ser wan dîmenên komkujiyê û termên ku ji bexçê dêrê derketin û hê jî derdikevin bo Kurdistan24 axivî.

Kîev (K24) - Keşeyê Dêra Azîz Andreasê Andrey Galavîn ji Kurdistan 24ê re axivî û li ser komgoristana di bexçê dêra Buchayê de diyar kir, ew termên medeniyan yên di komgoristanê de ku li cîhanê deng vedabûn wan ji kolanan berhev kirine û li ser hev veşartine.

Dîmenên komgoristana li bajarokê Buchayê ku bi ser Kîevê ve ye li cîhanê deng vedabûn. Bi dehan termên medeniyan li nava kolanan hatibûne dîtin ku ji aliyê Rûsan ve hatibûne kuştin û ji ber vê yekê jî Serokdewletê Ukreynayê Volodîmîr Zelensky dibêje ev jenosîd e û divê Putîn û Rûsya ji ber vê komkujiyê di dadgeha sûcên şer de bêne darizandin û sizadan. Amerîka û welatên YE jî lêkolîn dane destpêkirin û wê piştî lêkolînê raporta xwe raberî raya giştî ya cîhanê bikin gelo ev bûyer jenosîd e an na?

Keşeyê Dêra Azîz Andreasê Andrey Galavîn li ser wan dîmenên komkujiyê û termên ku ji bexçê dêrê derketin û hê jî derdikevin bo Kurdistan24 axivî û dibêje; ew termên medeniyan ji aliyê şaredariya Buchayê ve û endamên tendûristiya bajarok ve ji kolanan hatin berkevkirin û di 10ê Adarê de jî goristanek hate kolandin di bexçê dêrê de û ji neçarî wan ew term li wir veşartine.

Andrey Galavîn diyar kir: “Li kolan û ser rêyên Buchayê gelek termên medeniyan hebûn. Me nizanibû em ê çi bikin. Şaredariya Buchayê jî li çareseriyekê digeriya. Herî dawîn yekemcar di 10ê Adarê de 67 medenî hatin veşartin li bexçê dêrê. Ev komgoristan ji aliyê şaredariya Buchayê ve hate kolandin. Ji ber ku kesî nikaribû termê miriyên xwe bibe goristanan û bin ax bike. Ji bo Kristiyanan li nava kolanan hiştina termên medeniyan guneh e loma me jî mecbûr ew anîn ba hev kom kir û defin kirin li nav bexçê dêrê. Ev term ji aliyê şaredariya Bucha, peywirdarên goristanê û xebatkarên nexweşxaneyan ve ji ser kolanan hatin berkevkirin û li vir jî hatin komkirin.”

Li gorî keşe eger mirovên medenî bê sûc û sebep hatibine kuştin, îşkence li wan hatibe kirin û destdirêjî li jinan hatibe kirin û şûnde jî hatibin kuştin peyv nîn e ku mirov jê re bibêje, navê wê jenosî de. 

Andrey Galavîn dibêje: “Gelek mirovên medenî me dîtin ji aliyê Rûsan ve destê wan ji piştê ve hatibû girêdan, çavê wan hartibûn girêdan û di serê wan de berdabûn û kuştibûn. Li hember jinan destdirêjî kirin û gelek ji wan jinan jî kuştin. Termê medeniyan li nava kolanan bûn bê sûc û sebep hatibûne kuştin. Navê vê jenoside ne tiştekî din. Me bixwe ji nava vê goristanê jinek û dû zarokên wê derxistin.”

Keşe Andrey Galavîn dibêje; Qirim hate dagirkirin dinyayê dengê xwe dernexist, Donbas hate dagirkirin dengê xwe dernexist eger dinya çavê xwe li vê mijara Buchayê jî bigire wê ev bûyer li hemû Ewrûpayê rû bidin û wê ev şer berê xwe bide wê cografyayê jî. Zarok dimirin medenî dimirin, her li ku be Misliman yan jî Krîsitiyan hemû wek hev in. Loma divê dinya li dijî vê bobelata li Ukreynayê bêdeng nemîne û dia bike da ku dawî li vî şerî bê.