Li Herêma Kurdistanê 27 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 27 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 27 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 27 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 16 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê ne.

Herwiha diyar kir, di nav 24 demjimêran de 54 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 18 kes li Hewlêrê, 28 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 3 kes jî li Germiyanê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 437026 kes

Mirin: 7446 kes

Başbûn: 429164 kes