Qamişlo.. 2 baregehên din ên partiyên ENKSê rastî êrîşan hatin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo ofîsa Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) hat şewitandin û diruşên xirap li ser deriyê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hatin nivîsandin.

Li bajarê Qamişlo derengê şeva borî ofîsa PYDKê ku partiyek di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de ye rastî êrîşekê hat û hemû kelûpelên tê de hatin şewitandin.

Di heman demê de jî, diruşmên xirap li ser deriyê ofîsa PDK-Sê li rojhilatê Qamişlo hatin hatin nivîsandin.

Ev çend roj in 9 baregeh û ofîsên ENKS û partiyên di nava wê de li Qamişlo, Heseke, Dêrik, Dirbêsiyê û Kobanê hatine şewitandin, ENKSê dibêje ku hêzên ser bi PYDê û bi taybet grûpa Ciwanên Şoreşger bi van êrîşan tometbar dike.

Serkirdeyên ENKSê dibêjin, HSD di van kiryarên xerab de berpirsyar e, ji ber ku ew ta niha bi erkê xwe yê rasteqîne li hember van binpêkirinên ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve tên kirin, ranebûye.