Ciwanên Şoreşger zarokeke sêwî revand
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê zarokeke sêwî revandin.
Jêderekî ji K24ê re ragehand: “Endamên Ciwanên Şoreşger keçeke zarok a bi navê Colya Tariq Dedu li pêş dibistana Berae Bin Malîk a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin.”
Wî jêderî diyar kir jî, Colya Tariq Dedu temenê wê 13 salî ye, bavê wê li jiyanê nemaye, ew ji gundê Maratê ya Efrînê ye û li gel malbata xwe koçberî Helebê bûye.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û pêştir çendîn caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.