NY: Cihê têkderên navxweyî û derveyî li Şingalê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) derbarê şer û aloziyên di navbera çekdarên PKK û artêşa Iraqê de li Şingalê ragihand, cihê têkderên navxweyî û derveyî li Şingalê nîne.
Nivîsgeha Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê daxuyaniyek li hejmara xwe ya taybet li tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Em ji ber pevçûnên li Şingalê û encamên wê yên xirab li ser sivîlan, gelekî nîgeran in.”
Herwiha tekez kir: “Pêwîst e ewlehî û aramiya Şingalê beriya her tiştî be.”
Herwiha got: "Gelê Şingalê berê gelek êş û azar kişandine û ew hêjayî aştiyê ne û di saya desthilata dewletê de be.”
Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê li dawiya daxuyaniya xwe tekez dike: “Cihê têkderên navxweyî û derveyî li Şingalê nîne.”
Ji duhî ve li komelgeha Xanesorê, komelgeha Dugirê û Sûnanê şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û Partiya Karkerên Kurdistanê de rû didin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ji encama pevçûnan, hejmarek ji welatiyan malên xwe hîştine û derketine û artêşa Iraqê hêzeke mezin ber bi wê herêmê ve biriye.
Artêşa Iraqê du demjimêran dide PKKê ta ku ji hemû navçeyan vekişe, yan jî dê derbeyek mezin bixwe