Grûpên ser bi Tirkiyê ve 7 baregehên YPGê li bakurê Helebê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, 7 baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundên Efrînê, bajarokê Til Rifetê û bakurê Helebê topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji şeva borî 6ê Gulanê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, baregehên YPGê li Til Rifel û gundên Merenaz, Şehba, Dêr Cemal yên li bakurê Helebê û gundên Ziyare, Bênê û hin deverên din ên başûrê rojhilatê Efrînê topbaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji encama topbaranê ti ziyanên canî nebûne û tenê ziyanê madî çêbûne.

Ji aliyekî din ve Rewangehê da zanîn, hêzên Tirkiyê yên li baregehên Sulsana û Hezwanê bi cih bûne, bi mûşekan êrîşî gundên Xirbet El-Şala, Xerbeşa, El-Neyrabiye, Telal El-Inab û Radar El-Şulah û Til Rahal yên hêzên rêjîma Sûriyê lê dimînin, kirin.

Şeva borî jî, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku şer û pevçûnên dijwar bi çekên doçka di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê ji aliyekî ve û komên “Artêşa Niştimanî” ji aliyekî din ve li ser xala Hezwanê li gundewarê bakurê Helebê rû dan.