Opozîsyona Sûriyê: Tirkiyê operasyona xwe bi paş xist

Jêderekî agahdar ji “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê”: Operasyon ji nişkê ve hat paşxistin
Hêzên Tirkiyê
Hêzên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî agahdar ji opozîsyona Sûriyê ragihand, artêşa Tirkiyê opoerasyona xwe ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi paş xist.

Jêderekî agahdar ji “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji rojnameya “Alaraby” re ragihand, duhî Şemiyê civînek di navbera efserên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li gundê Hor Kilisê yê ser bi Ezazê ve hate kirin.

Li gor wî jêderî, aliyê Tirkiyê serkirdeyên komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê agahdar kirin ku operasyona wê ya leşkerî ji bo demek ne diyar hatiye paşxistin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 23ê Gulanê ragihandibû, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Li gor wê rojnameyê, paşxistina vê operasyonê, piştî redkirina herêmî û navdewletî ji her operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê re hatiye.

Wî jêderî got jî: “Paşxistina operasyonê ji nişka ve hat, ku berî rojekê di civînekê de pêvajoya operasyonê û qonaxên wê hatibûn diyarkirin, ku di qonaxa yekem de dihat pêşbînîkirin, operasyon herêma li bakurê Helebê û rojhilatê Firatê bigihîne hevdu.

Her li gorî wî jêderî, di qonaxa duyemîn de jî, operasyon dê li gundewarê rojavayê Helebê, li deverên Qubtan El-Cebel, Eyncara û Firqeya 46 bihata kirin ku milîsên Îranî li kêleka hêzên rejîmê li wan deveran cih digirin.