Blinken: Êrîşa Tirkiyê herêmê dixe metirsiyê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dijayetiya welatê xwe li hember her êrîşeke artêşa Tirkiyê bo ser Sûriyê nîşan da.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dijayetiya welatê xwe li hember her êrîşeke artêşa Tirkiyê bo ser Sûriyê nîşan da.

Antony Blinken ji rojnamevanan re ragihand, her êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Sûriyê dê bibe sedema jinavbirina seqamgîriya herêmî.

Blinken li ser liv û tevgera serbazî ya ber bi bakurê Sûriyê hişyarî da Tirkiyê û ragihand, êrîşa serbazî herêmê rûbirûyî metirsiyê dike.

Gotinên Antony Blinken piştî wê yekê hat, ku îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 1ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe de ragihand: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”

Erdogan li ser serlêdana Swêd û Fînlandayê ya ji bo endambûna NATOyê jî axivî û got: “Me derbarê endambûna herdu welatan bo NATOyê de, ji ber piştevaniya wan a ji bo rêxistina terorê ya PKKê û saziyên girêdayî wê, bi awayekî eşkere û bilez ragihand ku em li dijî endambûna wan in.”

Serokomarê Tirkiyê got: “NATO rêxistineke ewlehiyê ye, NATO ne rêxistineke alîkariya bo terorîstan e.”

Herwiha diyar kir: “Li Swêd, Fînlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serokê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê konan vedidin û pere kom dikin. Tevî hemû van tiştan em çawa divê bibêjin kerem bikin werin bibin endam.”