Ciwanên Şoreşger 2 zarokên biçûk ji bajarê Helebê revandin

Mihemed û Îbrahîm Şewqî Yûsif
Mihemed û Îbrahîm Şewqî Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve, 2 zarokên Kurd ên 9 û 10 salî li bajarê Helebê revandin.

Jêderekî ji K24ê re got: “Rêxistina Ciwanên Şoreşger pêr 4ê Hezîranê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê du birayên biçûk Îbrahîm û Mihemed Şewqî Yûsif bi armanca biçekkirina wan, revandin.”

Got jî: Îbrahîm 9 salî û Mihemed 10 salî ye û ew her du ji Kurdên Efrînê ne û bi malbata xwe re li Helebê dimînin.

Wî jêderî da zanîn, dema Mihemed û Îbrahîm ji kargeha cildirûtinê derketin û ber bi male ve diçûn, ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatin revandin.

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê lê bi cih bûne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinek ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û berê gelek zarok û ciwanên Kurd li herêmên cuda yên Kurdî revandibûn û biçek kiribûn.

Malbatên zarokên revandî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Mihemed û Îbrahîm Şewqî Yûsif