Koman: Li Tirkiyê zêdetir ji 2 milyonan zarokên karker hene

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê bi pêşengiya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) û komeleyên mafê zarokan diparêzin bi boneya 12ê Hezîranê roja têkoşîna dijî karkeriya Zarokan û ser mijara rewşa zarokên Kurd konferansek hate sazkirin. Beşdarên konferansê dan diyarkirin çawa ku bi milyonan zarok niha di şertên zehmet de neçarî kar dikin hema demê de bi milyona zarokên Kurd jî ji perwerdehiya zikmakî bêpar in û bi polîtîkayeke bişavtinê re rû bi rû ne.

Li gorî daneyên saziya maran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 700 hezar zarok di şûna ku biçin dibistanan û bi hevalên xwe re li kolanan bilîzin li nava zeviyan de û kar û barên giran de dixebitin û ji gelek mafên xwe bêpar in. Li gel vê yeke taybetî li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê zarokên Kurd ji perwerdehiya zikmakî sûd wernagirin û di bin bişaftinê de ne. Ji ber vê çendê di çarçovaya 12ê Hezîranê roja têkoşîna dijî karkeriya zarokan û bişaftina zarokên Kurd, Li enqera paytexta Tirkiyê bi navê di politikaya zarokan de lêgerîneke nû konferansek hate sazkirin.

Di konferasê de mamosteyê perwerdehiya ziman û muzîka Kurdî Şêrko Kanîwar da zanîn ku bi milyonan zarokên Kurd îro bêyî zimanê dayîka xwe û ji rabirdûya xwe dûr mezin dibe ji bo pêşîlêgirtina bişaftinê behsa rêyên çareseriyê kir.

Mamosteyê Perwerdehiya Ziman û Muzîka Kurdî Şêrko Kanîwar ji K24ê re got: “Vaye bi salane tekoşîn heye, berxwedan heye berdel hene hin jî siitranên Kurdî tên qedexekirin hin jî konsertên Kurdî tên qedexekirin. Lê tiştên ku êyî dewlet jî tên kirin hene. Ku ti her malekê bike wek dibistanekê. Li meclîsa Tirkiyê çawa ku Kurdî weke zimaneyê nayê zanîn tê qebûlkirin divê li hemberî vê di her warê jiyanê de Kurdî di çava xe. Divê tu qîmeta Kurdî blind bike. Qîmeta Kurdî jî çawa bilind dibe ger tu pankartên xwe pirtûkçeyên xwe nivîsên xwe pirzimanî û piranî Kurdî amade bikî. Divê tu bi Kurdî pere qezenc bikî, divê tu kurdî nan bixwe. Vê çaxê dê insan xwe li Kurdî bigrin.”

Seroka Komeleya Rojeva Zarokan Ezgî Koman jî bal kişande ser zarokên karker û got ne bi hezaran bi milyonan zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 17 saliyê de ne di şertên zehmet de li Tirkiyê dixebitin û ji her mafên xwe bêpar in.

Ezgî Koman dibêje: “Em dizanin ku niha nêzî 2 milyon zarok neçar in ku bixebitin û temenê van zarokan jî di navbera 5 û 17 saliyê de ne. Diyar e kul i Tirkiyê feqîrê û hejarî herê zêde barê giran dide ser mile zarokan. Ne tenê karkirin. Ev zarok ji hemû mafên xwe bêpar in. Mafê jiyanê pêparin ji berk u rastî îşkence û kiryarê dermirovî jî tên. Li gel vê yekê mafê xwe yê perwerdehiyê û tendûristiyê bêpar in. Di temenê ku zarokê li kolanan bilîzin û biçin dibistanê mixabin li nava zeviyan û karen giran de dixebitin.”

Her wiha di konferansê de parlementerê HDPê yê Şirnexm Hûseyîn Kaçmaz jî aaxatinek kir û got îro li Tirkiyê 2 milyon zarokên penaber û 500 hezar zarokên kêmendam rastî cudagerî û tundiyê tên. Herwiha Kaçmaz da zanîn ku di 15 salên borî de 20 zarokên Kurd bi wesayîtên zirîpoş yên artêşa Tirkiyê hatiine qetilkirin lê heta niha derbarê van kuştinan de tu kesek an jî berpirsek nehatiye darizandin.