Tenduristiya Iraqê: Hezar haletên bihntengiyê ji ber bahoza tozê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna tozê, Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê hezar haletên bihntengiyê li seranserî Iraqê tomar kir.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Seyf Bedir îro Sêşemê ragihand, ji ber bahozê tozê, hejmara kesên li Bexda û bajarên din tûşî bihntengiyê bûne û berê xwe dane navendên tendirustiyê yên ser bi Wezaretê ve, gihîşt hezar kesî.

Bedir destnîşan kir, hemû kesên tûşî bihntengiyê bûne piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî yên pêwîst, baş bûne û ti haleteke mirinê nehat tomarkirin.

Diyar kir jî, hinek ji van haletan pêwîstiya wan bi lênihêrîna zêdetir hene, ji bo dermankirinê ew li navendên tenduristiyê mane.