Tendirustiya Hewlêrê hejmarek rênima ji bo xweparastina ji Kolera belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê hejmarek rênima ji bo xweparastina ji nexweşiya Kolera belav kir û daxwaz ji welatiyan pê pabend bin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kiribû ku hejmara nexweşên zikçûnê zêde bûye û hejmarek nexweşên Kolerayê hatine tomarkirin.
Di wê derbarê de, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê hejmarek rênima belav kirin û daxwaz ji welatiyan kir ku xwe ji xwarina derve dûr bigirin û girîngiyê bidin destşuştina bi av û sabûnê.
Li gor rênimayên Rêveberiya Giştî ya Rêveberiya Hewlêrê:
- Divê welatî xwarinên derve û bi taybet ewên servekirî bi kar neyînin û heta ji destên wan were nanxwarin li malê be.
- Berî nanxwarin û piştî çûna destavê, zêdetir ji 20 çirkeyan destên xwe bison.
- Ji bikaranîna ava baluayê dûr bikevin û ava amadekirî ya kelandî bi kar bînin.
- Di vê demê de xwarina deryayî wek masiyan nexwin, ew xwarinên li malên jî tên amadekirin wek goşt, baş bikelînin.
- Di vê demê de neçin melavaniyê nekin.
- Di dema zikçûnê de Rice_based ORS bi kar bînin û her kîsek bixin nava lîtreke ava kelandî û piştî her zikçûnekê piyalekê jê vexwin.
- Eger zikçûn tund bû û karîna xwarin vexwarinê nema, baştir e di heyama 24 demjimêran de serdana nêzîktirîn navenda tendirustiyê bikin.