Mesrûr Barzanî daxwazê ji welatiyan dike pabendî rênimayên tendirustî, pakî û xweparêziyê bibin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Bi Wezîrê Tendirustiyê re di pêwendiyê de me ji bo girtina rêkarên pêwîst ji bo kontrolkirina vê pandemiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê belavbûna nexweşiya Kolerayê de daxwaz ji welatiyan dike pabendî rênimayên tendirustî, pakî û xweparêziyê bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî nivîsî: “Nûçeya belavbûna pandemiya Kolerayê li Silêmanî û Hewlêrê ez nîgeran kirim. Bi Wezîrê Tendirustiyê re di pêwendiyê de me ji bo girtina rêkarên pêwîst ji bo kontrolkirina vê pandemiyê.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr daxwaz ji welatiyên kir jî, pabendî rênimayên tendirustî, pakî û xweparêziyê bibin.

Ev peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî wê tê, Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kiribû ku hejmara nexweşên zikçûnê zêde bûye û hejmarek nexweşên Kolerayê hatine tomarkirin.