Hêzeke ser bi Rêveberiya Xweser ve ciwanekî 17 salî li Helebê revand

Ciwanê 16 salî Mihemed Zekeriye Hebeş
Ciwanê 16 salî Mihemed Zekeriye Hebeş

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke ser bi Rêveberiya Xweser ve, ciwanekî din ê 17 salî li Helebê bi armanca wî bikin çekdar revand, malbat wî jî ji bo diyarbûna çarenivîsa wî û vegerandina wî bo malê, bang li rêxistinên mirovî, yasayî û navdewletî dikin.

Welatiyê Kurd Zekeriya Hebeş ji K24ê re ragihand, hêzeke ser bi Rêveberiya Xweser ve kurê wî Mihemed yê 17 salî ji roja 13/6/2022an ve ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ve revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Zekeriye Hebeş da zanîn, kurê wî Mihemed ji dayikbûna sala 2005an e, kurekî bi tenê yê 4 xwişkan e û xwendekarekî pola Bekelorya ye. 

Diyar kir jî, wî li gelek saziyên Rêveberiya Xweser û xalên leşkerî yên YPGê pirsa kurê xwe kiriye, lê wî ti bersiv wernegirtiye.

Zekeriye Hebeş got, ew pêştir li bajarê Efrînê bûn û ji ber ku kurê wî Mihemed 2 caran ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatibû revandin û rastî eşkenceyê hatibû, ew neçar bûn ji Efrînê koçberî Helebê bibin û li taxa Eşrefiyê bi cih bibin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û di destê YPG/HSD de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê lê bi cih bûne.

Zekeriya Hebeş bi riya K24ê re bang rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa kurê wî diyar bikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, revandina zarokan ji aliyê hêz û grûpên ser bi wê ve bi dawî nebûye.

Nasnameya Mihemed Zekeriye Hebeş
Nasnameya Mihemed Zekeriye Hebeş