Li Mêrsînê bi tometa endamtiya PKKê, biryara binçavkirina 20 kesan hate dayîn

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mêrsînê bi tometa beşdariya di çalakiyên neyasayî de û endamtiya PKKê, biryara binçavkirina 20 kesan hate dayîn.

Di çarçoveya lêpirsinekê de li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê biryara binçavkirina 20 kesan hate dayîn.

Ew 20 kes, bi beşdariya çalakiyên daxistina dikanan, rêkxistin û beşdariya di merasîmên veşartina endamên PKKê de û hin karên rêxistinî tên tometbarkirin.

Polîsê Mêrsînê, bi fermana serdozgeriyê dest bi operasyonê kir. Deriyên gelek mal û navnîşanan bi zorê hatin şikandin.

Ev yek di demekê de ye, operasyonên dijî endam û rêveberên HDPê bi tometa endamtî û bangeşeya PKKê zêde bûne û heta niha sedan kes hatine binçavkirin.