K24 TAYBET - Ayhan Bilgen: Pêvajoya nû ya çareseriyê dê li ser du qonaxan bê avakirin

Li Tirkiyê tê îdiakirin ku dê hikûmeta Tirkiyê proseyeke nû ya çareseriyê bide destpêkirin. Xwediyê vê îdiayê Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen e.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê tê îdiakirin ku dê hikûmeta Tirkiyê proseyeke nû ya çareseriyê bide destpêkirin. Xwediyê vê îdiayê Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen e.

Ayhan Bîlgen di nêrînên xwe yên bo Kurdistan24ê de diyar dike ku porseya nû dê li ser du qonaxan bê avakirin û ji ber ku li Bakurê Kurdistanê rol û mîsyona Serok Mesûd Barzanî zêde ye, lazim e ew jî di nava proseyê de cîh bigre.

Li Tirkiyê di navbera salên 2013 -2015an de bi navbeynkariya partiya dehilatdar AK Partî û HDPê di navbera PKKê û Tirkiyê de proseya çareseriyê dest pê kiribû. Lê bi destpêkirina şer û pevçûnên navbera PKKê û artêşa Tirkiyê ev proseya çareseriyê bê encam bidawî bibû.

Piştî 7 salan careke din egera destpêkirina proseyeke nû ya çareseriyê geş dibe. Parlementer û hevşaredarê berê yê HDPê û Serokê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen îdia dike, hikûmeta Tirkiyê dixwaze pêvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bide destpêkirin. Derbarê rêbaza vê proseya nû ya çareseriyê û muxatabê ve de Serokê Partiya Tirkiyê Ayhan Bîlgen pirsên Kurdistan24 bersivand.

Serokê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen diyar kir: “Ez di wê baweriyê de me ku di proseya çareseriyê ya nû de dê du qonax bi hev re bên birêvebirin. Dê ji aliyekê polîtîkayên tund, operasyonên nû, proseya girtina HDPê, binçavkirina rojnameger û siyasetmedaran heta dagirkeriya li ser gundên Kurdan dê berdewam bike. Li gel vê yekê nîqaşên demokratîkbûnê, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û avakirina destûreke nû dê bi hev re bên meşandin. Yanî gotinên herî liberal û demokrat û kiryarên tund û nijadperestî dê bi hev re bimeşin. Helbet dibe ku ev rê û rêbaz bi xwe re têkçûneke mezin jî di nava raya giştî de pêk bîne.”

Serokê partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen diyar dike ku ji bo çareseriyê lazim e Ocalan û PKK wek muxatab bê dîtin. Lê li Tirkiyê rol û mîsyona Serok Mesûd Barzanî jî zêde ye û lazim e ew bi xwe jî di nava vê proseya çareseriyê de cih bigre.

Ayhan Bîlgen destnîşan kir: “Li Tirkiyê girseyeke mezin rol û mîsyoneke dîrokî û sempatiyeke zêde dide Mesûd Barzanî. Ji ber vê çendê çawa ku aliyên ku piştevaniya Ocalan dikin û Ocalan bixwe di nava çareseriya nû de dê cih bigire hewce ye Serok Barzanî û aliyên wî yên li Tirkiyê jî bi awayekî çalak di nava proseyê de cih bigrin. Herwiha di mijara danîna çekan de jî hewce ye bi aliyên pêwendîdar re jî hevdîtin bê kirin. Ger armanc aşitiyeke mayînde bidawîkirina rondikên dayîkan û rawestandina xwîn rijandinê be wek Ocalan, divê Birêz Barzanî jî di nava proseyê de cih bigre.”

Herwiha Ayhan Blgen amaje pê dike ku proseya navbera salên 2013 û 2015an ji ber ku dewlet û HDP bawerî hev de nekirin û bin siyas bêbaweriyê de prose baş nehate birêvebirin, ji ber vê çendê bidawî bû.