Firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê du êrîş li Dêrik û Til Rifetê pêk anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan ê Tirkiyê du otomobîl li gundê Xana Serê yê li nêzîkî Dêrika Rojavayê Kurdistanê kirin armanc. Her wiha firokeyên Tirkiyê malek li bajarokê Til Rifatê bombebaran kir.

Li gor jêderên xwecihî, îro serê sibê derdora demjimêr 04.00 firokeyeke bêfirokvan ê Tirkiyê du otomobîl li gundê Xana Serê bombebaran kirin. Li gor zanyariyên destpêkê jî, di encama bombebaranê de birîndar hene.

Li gor jêderan, birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Ji aliyekî din ve jî, firokeyeke bêfirokvan ê Tirkiyê îro danê sibehê mala welatiyekî li bajarê Til Rifetê bombebaran kir.

Li gor zanayriyan xwecehî, di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn û ziyan tenê amadî bûne.

Ev di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî careke din gefa destpêkirina operasyona li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwar û got: “Em ê bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyê, dest bi operasyonên nû bikin.”