Iraqê dahata herî bilind a petrolê ya dîroka xwe tomar kir

Wezareta Petrolê ya Iraqê amarên hinarde û dahata petrolê bo meha Hezîrana borî belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê amarên hinarde û dahata petrolê bo meha Hezîrana borî belav kir, ku di dîroka hinardekirina petrola Iraqê de dahata herî mezin tomar kiriye.

Li gor datayên Wezareta Petrolê, di meha Hezîrana borî de, zêdetirî 101 milyon û 191 hezar bermîl petrol hatiye hinardekirin û dahata wê jî 11 milyar û 505 milyon Dolar bûye.

Li gor amaran, hinardekirina petrola kêlgehên başûr û naverasta Iraqê 97 milyon û 980 hezar bermîl petrol bûye, lê belê hinardeya petrola Kerkûkê bi rêya benderên cîhanî, 2 milyon û 910 hezar bermîl bûye.

Bi giştî hinardeya rojane jî 3 milyon û 373 hezar bermîl petrol bûye, bermîlek petrol jî bi 113.7 Dolar hatiye firotin.