Encûmena Asayişê mîkanîzma derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê dirêj kir

Mercên vê biryara nû, ji mercên projebiryara ku Rûsyayê pêşkêş kiribû ne pir cuda ne
Alîkariyên Mirovî
Alîkariyên Mirovî

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Navdewletî bi piraniya dengan mekanîzmaya derbasbûna alîkariyên mirovî di sînorê Sûriyê re ji bo heyama 6 mehan dirêj kir.

12 welatan dengê “belê” dan projebiryara ku ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ve hatî pêşkêşkirin, di heman demê de jî Amerîka, Brîtanya û Fransa deng nedan biryarê.

Mercên vê biryara nû, ji mercên projebiryara ku Rûsyayê pêşkêş kiribû û roja Îna borî xistibû dengdanê û dengên pêwîst wernegirtibû, ne pir cuda ne.

Biryara pejirandî ji bo 6 mehan e û ji bo dirêkirina 6 mehên din (heta 10ê Tîrmeha sala bê) pêwîstiya wê bi dengdana li ser biryareke nû heye.

Her wiha biryara nû ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî daxwaz dike ku raporek li ser pêwîstiyên mirovî li Sûriyê û raporên berfireh li ser alîkariyan derbas dibin pêşkêş bike.

Derbarê vê biryarê de Cîgirê Balyozê Amerîka li Netewên Yekgirtî Richard Mills got ku ev biryar zehmetiyê dide rêxistinên mirovî yên ku li wir kar dikin û got ku ev biryar di demekê de hat ku pêwîstiyên mirovî ji berê zêdetir in.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.

Piraniya welatên endamên Encûmenê Asayişê (15 welat) ji bilî Rûsya û Çînê tekezî li ser giringiya berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî yên navdewletî bi riya Tirkiyê bo Sûriyê dikin, ji bo parastina jiyan û zêdetir ji 4.1 milyon kesên ku li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn.