Reîsî: Tehran nahêle asayîşa navçeyê têk biçe

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hişyarî da Amerîka û hevpeymanên wê yên li Rojhilata Navîn û ragihand, Tehran nahêle asayîşa navçeyê têk biçe.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hişyarî da Amerîka û hevpeymanên wê yên li Rojhilata Navîn û ragihand, Tehran nahêle asayîşa navçeyê têk biçe.

Îbrahîm Reîsî di gotareke televîzyonê de li Kirmaşanê diyar kir, gelê Îranê nahêle Amerîka û hevpeymanên wê li Rojhilata Navîn seqamgîrî û asayîşa navçeyê têk bidin.

Reîsî destnîşan kir, her hewlek ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê ve were kirin, ew ê bi tundî bersivê bidin.

Beriya niha Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû, welatê wî pabend e bi parastina asayîş û seqamgîriya Îsraîlê û li ser rêkeftina atomî ya ligel Îranê jî gotibû: “Em heta hetayê li benda Îranê nasekinin.”

Joe Biden di roja duyem a serdana xwe ya Îsraîlê de, rêkeftineke ewlehiyê ligel Serokwezîrê Îsraîlê îmze kir. Rêkeftin bi rewşa ewlehiya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.

Herwiha Biden diyar kir ku divê rê neyê dayîn ku Îran rêxistinên terorî xwedî çek bike.