HRW: Welatiyekî Awustralî li girtîgeheke Rojava canê xwe ji dest da

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ragihand, welatiyekî Awustralî di zindanên Rêveberiya Xweser de canê xwe ji dest da.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch)
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch)

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ragihand, welatiyekî Awustralî di zindaneke Rêveberiya Xweser de canê xwe ji dest da, ku çekdarên DAIŞê tê de girtî ne.

Rêxistina  Human Rights Watch (HRW) eşkere kiriye, kesekî bi navê Yûsif Zeheb ku welatiyekî Awustralî ye û di dema zarokatiya xwe de bi zorê bo Sûriyê hatiye şandin, ji ber ku birîndar bû û rewşa wî ya tendirustiyê xirab bû, di zindaneke Rêveberiya Xweser de canê xwe ji dest daye.

Li gor rêxistina navborî, ew zarok dema çûye Sûriyê û tevî malbata xwe tevlî rêxistina DAIŞê bûye, temenê wî wê demê 15 salî bû.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ji malbata Yûsif Zeheb ragihandiye, hikûmeta Awustralyayê sedema mirina Yûsif Zeheb eşkere nekiriye, lê malbat eşkere dike ku ew bi nexweşiyekê ketiye û di zindanê de nehatiye tedawîkirin.

HRW ji hikûmeta Awustralyayê daxwaz kiriye ku berpirsyariya xwe ya li hember welatiyên xwe yên li Sûriyê cîbicî bike û eşkere kiriye ku di navbera 69 heta 80 welatiyên Awustralyayê li Sûriyê ne û ji wan 39 kes zarok in.