Lûtkeya Rûsya, Îran û Tirkiyê li Tehranê hat lidarxistin

"Divê rewşa Sûriyê bi rêya aştiyê were çareserkirin, destwerdanên derve rewşa wî welatî aloztir dike."

Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Rûsya, Îran û Tirkiyê vê êvarê 19ê Tîrmeha 2022yan li Tehranê bi amadebûna serokên her sê welatan hat lidarxistin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftineke xwe de got: “Ez ti cudahî di navbera rêxistinên terorê yên li nav Sûriyê de nabînim, ew di encamdana êrîşên xwe de çalak û berdewam in.”

Erdogan herwiha got: “Ew rêxistin axa Sûriyê dabeş dikin, ew metirsî ne li ser seqamgîrî û asayîşa Tirkiyê.”

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di axaftina xwe de got, divê rewşa Sûriyê bi rêya aştiyê were çareserkirin, destwerdanên derve rewşa wî welatî aloztir dike.

Reîsî diyar kir: “Serweriya axa Sûriyê xeta sor e, divê dawî li çalakiyên terorê yên li wî welatî were anîn.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî di axaftina xwe de got: “Piştî vê lûtkeyê, em ê dest bi gotûbêjên siyasî yên derbarê Sûriyê de bikin, divê civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî alîkariya Şamê bikin.”