Netewên Yekgirtî li ser pirsa êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive

Dermankirina birîndareke êrîşê li nexweşxaneya Zaxo
Dermankirina birîndareke êrîşê li nexweşxaneya Zaxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî roja Sêşemê 26ê Tîrmeha 2022an, li ser pirsa êrîşên Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive.

Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Encûmena Nûneran a Iraqê Serbaz Sindî ji K24ê re ragihand, Yekgirtî roja Sêşemê 26ê Tîrmeha 2022an, li ser pirsa êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive.

Encûmena Nûneran a Iraqê îro Şemiyê derbarê topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyarî li Zaxoyê de dicive û Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Derve û Serokerkanê artêşa Iraqê jî di civînê de beşdar in.

Serbaz Sindî derbarê naveroka civînê de got: Wezîrê Derve yê Iraqê di civînê de diyar kir ku li gorî zanyariyan wan, êrîşa li navçeya geştiyariyê ya gundê Perexê yê Zaxoyê hatiye kirin, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bû.

Artêşa Tirkiyê roja 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perezê ya Zaxo dabû ber topan, di encamê de jî 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.

Heta niha Tirkiye red dike ku wan ev êrîş kiribe û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got: “Me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye. Wisa tê nirxandin ku êrîşên bi vî rengî yên ku mirovên bêtawan dikin armanc, jêdera wan rêxistina terorê ne.”