WHO: Nêzîkî 17 hezar kes bi nexweşiya Xuriya Meymûn ketine

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) rewşa awarte ya giştî ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî 17 hezar kes li 74 welatan bi nexweşiya Xuriya Meymûn ketine, Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ji vê rewşê nîgeran e û rewşa awarte ya giştî ragihand.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyêya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Me biryar da ku rewşa awarte ya giştî ya tendirustiyê ragihînin, ev jî nîgeraniya asta navdewletî ye, da ku em rûbirûyî Xuriya Meymûn bibin.”

Ajansa AFPê ragihand, Rêveberê Giştî yê WHO eşkere kiriye, metirsiya li ser cîhanê bi rêjeya navîn e, lê belê Ewropa di asta bilind de tê hejmartin.

Li gor navenda Amerîkî ya Rûbirûbûna Nexweşî û Xweparêziyê (CDC), ji destpêka serîhildana Xuriya Meymûn ji meha Gulana 2022yan ve, li 74 welatan 16 hezar û 836 kes bi vê nexweşiyê ketine.

Nexweşiya vîrusa Xuriya Meymûn (Monkeypox) nexweşiyeke kêmpeyda ye, nîşaneyên wê li ser çerm derdikevin, bi taybetî li ser herdu dest û rûyê mirov.

Xuriya Meymûn cara yekem di sala 1970yan de hatiye tomarkirin, di sala 1980yan de rê li ber belavbûna wê hatiye girtin û dawî li wê nexweşiyê hat. Di sala 2021ê de car din derkete holê. Li gor zanyariyên WHO, piraniya pêketiyan li welatên rojava di nava hevzayendan de hatine dîtin û ew li ser vê mijarê lêkolînê dikin, herwiha hişyariyê dide, dibe ku ev nexweşî di nava hevzayendan de zêdetir bibe.