Gola Nemrûdê ya li Bedlîsê bi sirûşta xwe balê dikşîne ser xwe

Duyemîn mezintirîn gola volkanîk a cîhanê li serê Çiyayê Nemrûdê yê Bedlîsê cih digire.
kurdistan24.net

Bedlîs (K24) - Duyemîn mezintirîn gola volkanîk a cîhanê li serê Çiyayê Nemrûdê yê Bedlîsê cih digire. Her sal bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana Gola Nemrûdê dikin. Geştyar dibêjin; ew li ber xwezaya golê aram dibin.

Gola Nemrûdê, mezintirîn gola volkanîk a Bakur û Tirkiyeyê ye. Gol, di nava Çiyayê Nemrûdê de cih digire. Çiyayê Nemrûdê 3 hezar metreyan bilind e. Her sal ji çar aliyên welêt û cîhanê bi hezaran geştyar serdana golê dikin. Geştyar dibêjin; ew li ber rengê şîn yê golê û keskahiya li derdora golê aram dibin.

Geştyarekî bi navê Feyzî Çîftçî ji K24ê re ragihand: “Ez ji navçeya Kop a Mûşê me. Lê belê li Fransayê dijîm. Ez ji bo bêhnvedana hatime vir. Min jî gelek mereqa Gola Nemrûdê dikir. Bi rastî min dît ku li Kurdistanê cihên wisa xweş jî hene. Em ji bo hatina xwe ne poşman in, heçî kesên ku ev der nedîtibin em dixwazin werin û bibînin.”

Welatiyê bi navê Naîl Aşît jî diyar kir: “Ev gola krater e. Ji xwe di cîhanê de du golên krater ango volkanîk hene. Yek ji van li Oregon a Amerikayê ye ya din jî ev e.”

Gola Nemrûdê di navbera navçeyên Tetwan, Xelat û Norşînê de cih digire. Navê xwe ji Nemrudê hikûmdarê Babîlan digire. Nemrûd, ji beriya mîladê di 2.100an de jiyaye. Di nava Çiyayê Nemrûdê de bi giştî pênc gol hene. Her golek ji van xwedî xwezayeke taybet e. Li derdora golê bi dehan cûreyên giyayî şîn dibin. Her dîsa hirç û ajelên kûvî jî li derdora golê hene.

Geştyar Asim Ariboga jî destnîşan kir: “Ez ji 2019an ve her sal têm û deh rojekê li vir dema xwe derbas dikim. Ez ji vê derê gelekê hez dikim. Dema ku ez bi şev li vir dimînim hirçan jî dibînim û xwarinê didim wan. Hirç min nas dikin, ez zirarê nadim wan û ew jî zirarê nadin min. Xweza bi ajelên kûvî xweş e.”

Herwiha geştyar Yaver Ayaz jî dibêje: “Em ji bajarê Wanê hatine, ev yekem car e ku em têne vir. Me berê navê vê golê gelek bihîstibû lê em nehatibûn. Me mereq kir û em dê hêj gelek caran werin vir.”

Ava golê, zelal e û tê vexwarin. Gol, 49 kîlometreyan dirêj û 21 kîlometreyan jî fireh e. Xala herî kûr ya golê 175 metre ye. Di golê de masî jî hene û carina welatî masiyan digirin.