Mihemed Şukrî: Di heyama 3 salan de me pêşkeftineke mezin di proseya veberhênanê de bi dest xist

Serokê Desteya Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê: Di Kabîneya Nehem de me 1212 proje pesend kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê di gotarekê de bal kişand ser girîngtirîn destkeft û çalakiyên tîma xwe yên di heyama sê salên borî ji jiyana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Serokê Desteya Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî got: “Pêşketinên mezin û gavên bi kalîte di proseya veberhênanê ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine avêtin.”

Got jî: “Me kar kir ji bo cibicîkirina stratejiya xwe kir, ku em bi rêya veberhênanê bixebitin ji bo avakirina binesaziyek aborî ya bihêz, bi zêdekirina dahatê ji bo cibicîkirina aboriyek tendirust.”

Diyar kir jî: “Me planên veberhênanê û gelek lêkolîn û rapor ji bo handana veberênanê di sektorên pîşesazî, çandinî, tûrîzm û yên din de amade kirine.”

Serokê Desteya Veberhênanê tekez kir, Di Kabîneya Nehem de 1212 proje hatine pesendkirin ku ji wan 298 projeyên bazirganî, 287 projeyên pîşesazî, 174 projeyên geştiyariyê û 82 projeyên çandiniyê hene ku di paşerojê rengvedana wan dê li ser geşbûn û bihêzkirina jêrxana aborî li Herêmê hebe.”

Her wiha got jî: “Di nava sê salên borî de me molet dan 203 projeyên bi sermayeya nêzîkî 12 milyar Dolarî, di warê Pîşesazî de 58 proje, bazirganî 49 proje, geştiyarî 29 proje, perwerde û xwendina bilind 22 proje, projeyên nişticihbûnê 14 proje, tenduristî 12 proje. Çandinî 8 proje û 11 proje ji bo sektorên din.

Tekez kir jî, di Kabîneya Nehan de di encama lêkolînan de, ji ber xemsarî û kêmasiyên di projeyan de, 35 moletên weberhênanê hatin betalkirin.

Mihemed Şukrî got: “Me kar li ser pêşxistin û birêxistinkirina sektora pîşesazî kir ji bo avakirina hejmarek ji navçeyên pîşesazî li hemû parêzgehan û rêveberiyên serbixwe, ku niha ew di qonaxên avakirinê û wergirtina destûrê de ne.”

Li gor Mihemed Şukrî, Encûmena Wezîran çend tedbîr û biryar ji bo rêkxistin û baştirkirina karê xwe derbarê xizmetguzarî û çaksaziyê de girtine û bal kişande ser wê yekê ku Encûmena Weberhênanê gelek tedbîr ji bo kêmkirina kêşe û astengiyan li pêş proseya veberhênanê û projeyan girtine.

Diyar kir jî, Encumena Bilind a Veberhênanê heta niha 52 biryarên taybet yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên veberênanê û dubare birêxistinkirina proseya vebehênanê bi rênimayên nû derxistine. Her wiha Desteya Veberhênanê ji bo hêsankirina karê veberênanê desthilatên xwe dane parêzgeh û îdareyên serbixwe û rêveberiya giştî yên veberhênanê ya Helebceyê aktîv kiriye û rêveberiyên veberhênanê li îdareyên serbixwe (Germiyan, Raperîn, Zaxo û Soranê) fireh kirine.

Da zanîn jî, tîmeke veberhênanê ji bo vekêşana sermayedarên biyanî û anîna wan bo Herêma Kurdistanê hatiye avakirin û tekez kir ku peywendî û hevkarî di navbera Encûmena Veberhênanan û gelek konsulxaneyên cîhanê de hatine avakirin.