WHO: Salane 236 hezar kes di avê de canê xwe ji dest didin

Ji welatên cîhanê daxwaz dike, ji bo rizgarkirina canê mirovan bixebitin.

Hewlêr (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) di Roja Cîhanî ya Xweparastina ji Xeniqînê de ji welatên cîhanê daxwaz dike, ji bo rizgarkirina canê mirovan bixebitin.

WHO îro duşemê 25ê Tîrmehê di raportekê de bi boneya Roja Cîhanî ya Xweparastina ji Xeniqînê ragihand, ji ber xeniqîna di nav avê de, salane 236 hezar kes li cîhanê canê xwe ji dest didin.

Di raporta Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) de hatiye diyarkirin, kesên li qeraxên avê dixeniqin, temenên wan di navbera 1 heta 25 salî de ne.

Herwiha eşkere kiriye, piraniya xeniqînan li wan welatan diqewimin ku aboriya wan navîn û xirab e, herwiha zarokên jêr temenê pênc salî jî, ji ber lîstin û xweşûştina li nêzîkî çem û golan, metirsiya xeniqînê li ser wan e.

WHO eşkere dike, ji ber geştkirina bi rêya keştiyan, herwiha nêçîra masiyan, gelek kes dixeniqin, ji bilî rabûna lehiyê di dema derketina bûyerên sirûştî de.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) di raporta xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku divê zarok di qonaxa destpêkê de fêrî avjeniyê bibin, herwiha berbest li çem û golan werin çêkirin.