Îran, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê şanda xwe dişînin Viyenayê

Ji bo gotûbêja li ser zindîkirina rêkeftina atomî.

Hewlêr (K24) – Îran, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê şanda xwe derbarê rêkeftina atomî de dişîne Viyenayê.

Ji bo gotûbêja li ser zindîkirina rêkeftina atomî ya sala 2015an, Amerîka, Îran û Yekîtiya Ewropayê şanda xwe dişînin Viyenaya paytexta Awusturyayê.

Dawiya meha Hezîranê li Dohayê, şandên Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê, li ser zindîkirina rêkeftina atomî civiyan, lê belê gotûbêjên wan bê encam bûn.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, wek beşek ji siyaseta hilgirtina sizayên ser welatê me û mijara zindîkirina rêkeftina atomî, şanda welatê me bi serkirdetiya Elî Baqirî serdana Viyenaya paytexta Awusturyayê dike.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li ser mijara zindîkirina rêkeftina atomî ku du meha Adarê de hat paşxistin, civîna aliyan li Viyenayê daxwaz kir.

Di serdema Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de, Washinton bi awayekî yekalî ji rêkeftina atomî ya Îranê di sala 2018an de vekişiya û sizayên bi ser Îranê de girantir kir, Joe Biden di sala 2020an de car din ew rêkeftin zindî kir.

Li gor daxuyaniya herî dawî ya Ajansa Navdewletî ya Atomî, niha di destê Îranê de ew maddeya atomî heye ku dikare çekê wêranker dirust bike û dema wê nagihîje du salan.