Pispor: Qeyrana aborî û nebûna perwerdehiyê berê zarokan dide kar

ÎSÎG: Di 8 salan 556 zarok dema karên giran kar kirine canê xwe ji dest dane
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî rêxistinên kar li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di salên dawî de bi sedan zarokên temenê van navbera 15 û 17 saliyê de ne di karen giran de canê xwe ji dest dane û her ku diçe hejmara zarokên karker zêde dibe. Li gorî pisporan sedema zêdebûna zarokên karker aborî û nebûna perwerdehiyê ye. Hiqûqnas jî dibêjin ji ber ku rêkeftinên navdewletî û yase nayên cibicîkirin pêşiya mirina zarokan nayê giritn.

Li Tirkiyê li gorî daneyên Rêxistina Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di 8 salên borî de 556 zarokên ku temenê van di navbera 15 û 17 saliyê de ne di dema karên giran de kar kirine canê xwe ji dest dane. Herî zêde li bajarên Riha, Dîlok, Stenbol û Edene ev mirin rû dane. Li gorî heman daneyan di 8 mehên borî yên sala 2022an de jî 71 zarokên karker ku 49 ji wan penaber bûne canê xwe ji dest dane. Herwiha di berdewamiya raportê de tê gotin ku li Tirkiyê rêjeya karkerên zarok li gel karkerên demsalî digêhijê 4 milyon kesî û ev rêje her ku diçe zêde dibe. Pispor diyar dikin ku du sedemên girîng hene ku zarok neçarî di karên giran de dixebitin.

Pispora ÎSÎGê Ezgî Koman dibêje: “Qeyrana abori çiqas mezin bibe karkirina zarokan jî evqas zêde dibe. Ji ber ku zarok bê sîgorte û bi mûçeyekî gellek kêm dixebitin. Li gel vê yekê bi milyonan zarok taybetî jî zarokên Kurd ji mafê perwerdehiyê bêpar mane ber vê çendê neçarî diçin karên giran de dixebitin. Ev yek jî dibe sedem ku mafê zarokan yê jiyan, perwerdehî û tenduristiyê bê binpêkirin.”

Hikimeta Tirkiyê soz daye Rêxistina Kar ya Navdewletî (ILO) ku heta sala 2023an li kolanan, li kargehên karên giran û li nava zeviyan de karkirina zarokan temamî qedexe bike. Lê hiqûqnas dibêjin ne rêkeftinên navdelwtî ne jî yase nayên karîgerkirin.

Seroka Navenda Mafê Zarokan Ya Baroya Enqerê Hilal ÇELÎK ji K24ê re got: “Di bin banê Rêxistina Kar ya Navdewletî de du rêkeftinên derbarê qedexekirina karkirina zarokan de hene û Tirkiyê jî ev rêkeftin îmze kirine. Li gel vê yekê di destura Tirkiyê de qanûna kar de jî yase hene ku karkirina zarokan qedexe dike. Lê mixabin li Tirkiyê venêrîna kargehan nayê kirin û pêşiya karkerên demsalî yên zarok nayê girtin û rêkeftinan karîger nake.”

Li gorî rêkeftina navdewletî ya mafê Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî û Yaseya bingehîn ya Tirkiyê her kesê ku jêr temenê 18 saliyê de be zarok e û karkirina wî qedexe ye. Lê belê ji ber ku li Tirkiyê yaseyên heyî nayên cibicîkirin bi milyonan zarok di şûna ku li parqan de bilîzin di karên giran de kar dikin û bi mirinê re rû bi rû ne.