Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê li dijî PKK’ê dest bi operayoneke nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi operayoneke nû kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li bajarê Bedlîsê bi beşdariya 520 endamên hêzên ewlehiyê, li dijî PKK’ê operasyoneke berfireh hat destpê kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir jî, di roja yekem a operasyonê de çar stargehên PKK’ê hatin tunekirin.

Ev yek di demekê de ye, duhî jî artêşa Tirkiyê li çiyayê Bagokê ya Mêrdînê li dijî PKK’ê dest bi operasyoneke nû kiribû.

Artêşa Tirkiyê ji sala 2017ê ve operasyonên bi navên cuda li dijî gerilayên PKKê li Bakurê Kurdistanê pêk tîne.