Barcelona ket kemîna Rayo Vallecano
Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelonayê di gera yekem a La Lîga Îspanyayê de, bi mêvanê xwe Rayo Vallecano re bê gol ma.
Barselona serdestiya bûyerên nîvê yekem kir û bi riya yarîzanê Polonî Robert Lewandowskî di xuleka (13) de golek tomar kir, lê ji ber “offside” hat betalkirin.
Di nîva duyem de, Rahênerê Barselona Xavî, çendîn guhertin kirin, bi taybetî De Young, Fati û Casey ku di xuleka (88) de karî jî golek tomar bike, lê navbijvan ew gol jî ji ber offside betal kir.
Barcelona bi şens bû ku ji windakirinê dûr ket, piştî ku Falcao golek di xuleka (90+5) de tomar kir, berî ku navbijvan hebûna offside rabigihîne û golê betal bike.
Bi vê wekheviyê, Barcelona û Vallecano di werzê nû yê La Lîga Îspanyayê de puana xwe ya yekem bi dest xistin.