Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di egera lihevhatina Sûriye – Tirkiye de

Balyozê berê yê Sûriyê li Tirkiyê: Di siyasetê de dijminatî û dostaniya herdemî tune ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê berê yê Sûriyê li Tirkiyê behsa mercên lihevhatina Sûriye – Tirkiye û çarenivîsa rewşa Rêveberiya Xweser û grûpên çekdar ên li bakurê Sûriyê di egera lihevhatina Sûriyê û Tirkiyê de dike.

Balyozê berê yê Sûriyê li Tirkiyê Nîdal Qeblan di hevpeyvînekê de ligel ajansa “Sputnik” de got: “Guhertin di pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de piştî civînên Sochî û Tehranê pêk hatin, piştî ku berpirsên Tirkiyê û rêjîma Tirkiyê gihîştin wê baweriyê ku guhertina Sûriyê bi hêza leşkerî ne pêkan e, ji ber vê yekê ji bilî çareseriya siyasî ti alternatîfeke din nîne.”

Li gorî balyozê berê, “Şam dê daxwaz bike ku "Tirkiye dest ji piştgiriya rêxistinên terorîst berde, Idlib û parêzgehên din, deriyê sînorî Bab El-Hawa û riya M4 ya Laziqiye bi Heleb û bakur û bakur rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide vegerin di bin kontrola dewleta Sûriyê de.”

Qebalan her wiha got: "Şam ji Enqerê dixwaze ku hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û milîsên xwe li wir nehêle û bi têkiliyên xwe yên bi welatên rojava re û ji ber ku ew endamê NATOyê ye, alîkariyê bide rakirina sizayan li ser gelek saziyên hikûmetê û kesayetiyên Sûrî.”

Balyozê berê yê Sûriyê li Tirkiyê diyar kir, “Tenê wê demê em dikarin bibêjin ku rûpelek nû heye ku dikare were vekirin. Di siyasetê de dijminatî û dostaniya herdemî tune ye û hemû eger hene û ev yek di berjewendiya Tirkiye û Sûriyê de ye ku rûpeleke nû vekin.”

Qeblan derbarl çarenivîsa rewşa Rêveberiya Xweser û grûpên çekdar ên li bakurê Sûriyê di egera lihevhatina Sûriyê û Tirkiyê de got: “Tirkiye her dem bihaneyên ewlehiya sînorê xwe bi Sûriyê re û têkbirina rêxistinên Kurdî digire. Ev daxuyaniyên dawiyê yên Tirkiyê jî, piştî wê tên ku bawerî bi dezgehên îstixbarata Tirkiyê re çêbû ku riya tekane ya alîkariya Tirkiyê bike ku sînorê xwe biparêze, dewleta Sûriyê ye.”

Her wiha Qeblan got: “Du bijar de hene, yan teroristên biyanî bi alîkariya Tirkiyê bên derxistin û kesên tobedar ên destên wan bi xwînê nebûne bên hewandin, yan jî çareseriya leşkerî û jinabirina wan grûpan li Idlib û li deverên din.”

Got jî: “Hin ji van rêxistinan jixwe çareseriya siyasî bi ti awayî naxwazin û baweriya wan bi çareseriya siyasî nîne, ji ber wî ew çekên xwe navêjin, wê demê jî divê bi hevkariya hemû aliyan ew werin têkbirin.