Xortekî Kurd di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hat kuştin

Ferhad Şêxo
Ferhad Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Xortekî Kurd di girtîgehên Rêveberiya Xweser ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê de hat kuştin û termê wî li kolanekê wê taxê hate avêtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, endamên asayişa taxa Eşerefiyê ya Helebê roja 14ê Tîrmehê xortê bi navê Ferhad Reşîd Şêxo û xwişka wî Nazliye revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, duhî 28ê Tîrmehê endamên hêzên leşkerî yên ser bi Rêveberiya Xweser ve termê Ferhad Reşîd Şêxo ji otomobîlekê derxistin avêtin kolaneke taxa Eşrefiyê û piştre ber bi taxa Benî Zêd ve çûn.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, Ferhad Reşîd Şêxo ji gundê Mîrka yê Efrînê ye û pêştir endamekî YPGê bû.

Destnîşan kir jî, heta niha Nazliye ku mamosteya dibistanê ye di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ye û ti zanyarî derbarê çarenivîsa wê de tune ne.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn, piraniya nişticihên wan her du taxan, Kurdên Efrînê ne. Eşrefiyê û Şêx Meqsûd di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.