Welatiyên Tirkiyê ji ber enflasyonê nîgeran in

Qeyrana aborî ya li Tirkiyê her ku diçe barê welatiyan girantir dike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Qeyrana aborî ya li Tirkiyê her ku diçe barê welatiyan girantir dike. Ji deynê derve bigirin heta bilindbûna enflasyonê û qezenca kêm, wisa dike ku welatî bertekan nîşanî desthilatê û rêveberiya aboriya Tirkiyê bidin.

Ev demek dirêj e ku aboriya Tirkiyê bi qeyraneke mezin re rû bi rû ye. Li aliyekî ji ber enflasyona bilind, li aliyê din jî, seyra negatîf ya kêmbûna faîzan, zêdebûna deynê derve, rewşa krîtîk ya Euro li hember Dolar û rakêşiyên siyasî, bandoreke neyînî li ser welatiyan dike. Gelek welatî dibêjin êdî ew ê terka Tirkiyê bikin ji ber ku nema dikarin debara xwe bikin. 

Karmendeke dewletê Zeynep Karagul ji K24ê re diyar kir: “Kirêya herî kêm li Stenbolê 5 hezar lîre ye. Kêm mûçe li holê ye. Em nikarin tiştekî jî bistînin. Mûçeya ku em distînin di nava saetekê de xilas dibe diçe. Dema em li pergala aboriyê dinihêrin ez bawer dikim ku ev hikûmet bixwe jî niha dixwaze vegere 10 sal berê.”

Li gorî amarên fermî deynê Tirkiyê di dawiya meha Hezîrana sala 2022an de 451 milyar û 200 milyon dolar e. Mehane faîza vî deynî jî zêdetirî 30 milyar dolar e. Li gorî aborînas û şarezayên babetê faîza vî deynê giran bi rêya enflasyon û zemmên têne kirin ji berîka welatiyan derdikeve. Welatî jî li hember vê rewşê neçar in û bi gilî gazinc in.

Welatiyekî bi navê Bîlal Arslan diyar kir: “Vê hikûmetê digot di salên borî de welatiyên diketin rêza avê û tûpên ocaxan hebûn. Niha em dinêrin civak dîsa di rêzê de ye. Xelk bi rastî jî birçî ye. Pereyê welatekî çiqasî bê qîmet be welatî jî ewqasî bê qîmet dibin. Feqîr feqîrtir, dewlemend jî dewlementtir dibin. Ev hikûmet divê biguhere çare ev e."

Li gorî amarên fermî heta dawiya meha Tebaxê ya sala 2022an Tirkiyê bi 144 milyar û 417 milyon dolaran hinarde 206 milyar û 399 milyon dolaran jî hawirde pêk aniye. Ji ber ku Tirkiye hinardeya xwe bi Euro, hawirdeya xwe jî bi dolar pêk tîne, kêmbûna bihayê Euro li hember bilindbûna dolar jî dike ku Tirkiye di hinardeyê de berhemên xwe erzan bifiroşe, kirîna berheman ya ji derve jî biha bikire. Ev jî dibe barekî din yê cûreya bacê ya li ser pişta welatiyan.

Amarên fermî yên ku têne ragihandin metirsiya li ser welatiyên Tirkiyê her zêdetir dike. Amarên derbarê enflasyon, faîz, bêkarî, starbûn, hinarde û hawirdeyê de… Welatî bi gilî û gazinc in ji ber jiyana rojane û bangê li hikûmetê dikin da ku pêşî li ber qeyrana aborî bigire û rewşa wan ya aboriyê jî baştir bike.