“Penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ji vegerandinê metirsîdar in”

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê ligel karvedanên civakî êdî siyasetmedar jî li hember penaberên Sûrî helwesteke tûnd nîşan didin û her ku diçe zimaneke gefxwar bikar tînin. Penaber jî li hember van gefan li aliyekê metirsiya xwe îfade dikin li aliyekê jî dibêjin ew ne bo keyfê hatine Tirkiyê û heger şert û mercên li welatê wan guncaw bibin ew dê bi xwe şûnde vegerine welatê xwe.

Li gorî amarên Saziya Rêvebirina Karên Koçberiyê hejmara Suriyeyiyên ku bi maweya demkî li Tirkiyê têne star kirin di meha Tebaxê de bi zêdebûna 1.385 kesên din, bi giştî bû 3 milyon û 652 hezar û 813. Lê ev penaber her di bin metirsiyekê de ne di warê siyasî û civakî de ku îxtimala şûndevegerandina wan her di rojevê de ye. Penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dijîn dibêjin, eger li welatê wan aramî hebe ew ê bixwe vegerin welatê xwe ne li ser zexta siyasiyan.

Penabera Sûrî Sonya Davut: “Em diçûn sûkê, bi tirs diçûn bi tirs vedigeriyan. Gelek car teqîn çêdibû zarokên me ditirsiyan. Vê tirsê 10-11 salan dom kir heta em hatin vê derê hê jî dema teqîn çêdibe em ditirsin, hîna ew tirs di dilê me de ye. Kes naxwaze derkeve ji welatê xwe heta mecbûr nemîne.”

Ebdulhekîm Betal: “Rast e me jiyana xwe û karê xwe li vir kiriye lê ev der ne şûna welatê me ye. Welatê me kîjan roja ku karekî baş tê de bibe, bi silamet be û azadî hebe em ê vegerin welatê xwe. Lê gava bikeve nava bazara siyasî gelek bazarên siyasî çêbûn.”

Li gorî agahiyên fermî yên ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Karên Navxwe Îsmaîl Çatakli ve heta niha hatiye ragihandin hejmara Suriyeyîyên ku ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe 521 hezar û 39 kes in. Penaberên li Tirkiyê jî di wê tirsê de ne ku ew jî bêne şandin.

Penabera Sûrî ya Rreb Nurhan Elfî: “Di nava dilê me penaberan de bêgûman tirsek heye. Li Sûrî dahatûyek nîn e ji bo zarokan, ewlehî jî nîn e. Ev tiştên herî dijwar in ji bo kesekî ku li welatê wî ev rûdan pêk tên. Eger aramî û aştî hebe ez li vir namînim bi xwe diçim Sûriyê.”

Bi boçûna komeleyên penaberan Tirkiye nikare li gor dilê xwe penaberên Sûrî şûndevegerîne. Peymanên dû ali yên ku bi YE hatine girêdan hene.

Serokê Komela Nûr ya Sûrî Dr. Mehdî Dawid ji K24ê re got: “Bi rastî hebûna Sûriyeyiyan ya li Tirkiyê qirareke dû alî ye. Hebûna wan ya li vir li ser peymana bi YE re ye. Ji ber vê yekê şandina wan ne biryareke mirovî û ne jî tenê di destê Tirkiyê de ye û çênabe jî. Sûrî hene zewicîne, zarokên wan hene karê wan heye bi awayekî yaseyî li vir dimînin loma nikarin wan hema wisa bişînin."”

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji sala 2016an û heta niha, ji ber sedemên asayîşê 19 hezar û 336 penaberên Sûrî hatine dersînokirin.

Bi milyonan penaberên Kurd û Ereb ji ber şer û pevçûn û metirsiya canê xwe ji welatê xwe reviyabûn û xwe spartibûn Tirkiyê. Ji bo damezarandina jiyaneke aram. Lê niha li Tirkiyê jî di bin metirsiyeke mezin de ne.  Ji bilî desthilatê eniya muxalefetê jî dibêje “dema em bibin desthilat em ê wan penaberan bi şûnde vegerînin.” Ev yek jî dibe sedema metirsiyeke din li ser penaberên ku li Tirkiyê dijîn.