Nexweşiya Kolêra li Sûriyê belav dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistinên mirovî ku berî demekê hişiyarî ji pîsbûna avê li hejmarek ji navçeyên Sûriyê dabûn, niha jî desthilata Sûriyê û ya Rêveberiya Xweser belavbûna nexweşiya Kolêra li navçeyên xwe ragihandine.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 15 kesan li parêzgeha Helebê bi nexweşiya Kolêra ragihand, di heman demê de jî Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser mirina 3 kesan bi Kolêrayê û pêketina 24 kesên din ragihand.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku piraniya nexweşan li rojiavayê Dêrezorê ne û sedema belavbûna nexweşiyê jî, vexwarina ava ne pak e.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku rewşa tendirustiyê heta niha di bin kontrolê de ye û desteya wan tevahiya rêkarên pêwîst girtine. Her wiha daxwaz ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanî kir jî ji bo rûbirûbûna Kolêrayê alîkariya wan bike.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir, belavbûna Kolêra li wê navçeyê piştî rawestandina belavkirina klorê li wêstgehên avê tê. Da zanîn jî, nîşaneyên Kolêra li ser bi sedan kesan hene.

Lê Rêveberiya Xweser dibêje, wan dest bi belavkirina hezar lîtir Klor li ser wêstgehên avê kiriye, weke gaveke xweparêziyê ji bo xweparastina ji nexweşiyê.

Li gor rêxisitina UNICEF şerê li Sûriyê sê çarîkên wêstgehên avê li Sûriyê wêran kirine û 70 ji sedî ji ava vexwarinê nayê parzûnkirin.