Erdogan hûrgiliyên projeya çêkirina xaniyan eşkere kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Milet a li Beştepeyê di merasîma nasandina projeya avahiyên civakî de hûrgiliyên projeyê eşkere kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Milet a li Beştepeyê di merasîma nasandina projeya avahiyên civakî de ku weke projeya herî mezin a dîroka komara Tirkiyê ya çêkirina xaniyan tê binavkirin, hûrgiliyên projeyê eşkere kir.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir, welatiyên Tirkiyê dê bi bihayê 608 hezar Lîre, xaniyên 2+1 bi dayîna mehane 2 hezar 280 Lîre, bi 240 teqsîdan bikirrin, herwiha xaniyên 3+1, bi 240 teqsîdan bi bihayê 850 hezar Lîre, bi dayîna mehane 3 hezar û 850 Lîre bikirrin.

Erdogan eşkere kir, armanca wan ew e ku di navbera salên 2023-2028an de 500 hezar avahiyên civakî ava bikin û got: “Em ê bingeha projeya ewil di serê salê de biavêjin. Armanca me ew e ku xaniyên qonaxa yekem di nava du salan de bi dawî bikin û radestî xwediyên wan bikin.”

Herwiha diyar kir: “Armanca me ew e ku em li 81 bajar û hemû navçeyên xwe, di salên 2023-2028an de 500 hezar avahiyên civakî, 250 hezar erdên ji bo çêkirina avahiyan, erdên ku ji bo avakirina xaniyan guncaw e, 50 hezar dikan ava bikin û radestî miletê xwe bikin.”

Serokomarê Tirkiyê ragihand ku ev proje dê bibe sedema daketina bihayên xanî û kirêyan û hejmara kesên ku xwedî xanî ne, zêde bike. Serlêdanên projeya avahiyên civakî sibe 14ê Îlona 2022yan dest pê dikin.