Şervanekî HSDê li rojhilatê Dêrazorê hat kuştin

Di dema dawî de êrîşên çekdarên DAIŞê li ser xalên HSDê li rojhilatê Dêrazorê zêde bûne
Şervanekî HSDê
Şervanekî HSDê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdem bi operasyona HSDê li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞê re, êrîşên çekdarên DAIŞê li ser xalên HSDê li rojhilatê Dêrazorê zêde bûne. Şervanekî din ê HSDê di êrîşeke DAIŞê de hate kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke HSDê li gundê Ebrîhe yê li rojhilatê Dêrazorê kir û di encamê de şervanekî HSDê hate kuştin.

Ev yek di demekê de ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi HSDê qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovatî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin û heta niha zêdetir ji 100 endamên şaneyên DAIŞê hatine desteserkirin.

Hevdem bi operasyona HSDê li kampa Holê re, êrîşên çekdarên DAIŞê li ser xalên HSDê li rojhilatê Dêrazorê zêde bûne, berî 3 rojan jî 7 şervanên HSDê di navbera Heseke û Dêrazorê de hatibû kuştin.

Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka sala 2022an ve, li herêmên di bin kontrola HSDê de, 105 kes di êrîşên DAIŞê de hatine kuştin ku ji wan 37 sivîl in û û 68 endamên HSD û Asayişê ne.