Dadgeha Ewrûpayê ji Fransayê daxwaz dike welatiyên xwe yên li kampên Sûriyê vegerîne

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Fransayê bi wê yekê tohmetbar dike ku malbatên Fransî yên di nav rêzên çekdarên DAIŞê yên li kampên Sûriyê de wernagire.

Hewlêr (K24) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Fransayê bi wê yekê tohmetbar dike ku malbatên Fransî yên di nav rêzên çekdarên DAIŞê yên li kampên Sûriyê de wernagire.

Dadgehê ji hikûmeta Fransayê daxwaz kiriye, dubare li wan dosyeyên malbatên Fransî yên di nav rêzên çekdarên DAIŞê de binêre, ku ji bo vegera welatê xwe pêşkêş kirine.

Lijneya Mafên Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de Fransayê bi binpêkirina mafên mirovan tohmetbar dike û dibêje, ji ber ku zarokên Fransî yên li Kampa Holê venagerîne, Parîsê mafên zarokan binpê kirine.

Herwiha daxwaz kiriye ku hemû jin û zarokên li kampên Sûriyê asê mane, bi çend qonaxan vegerînin Fransayê û herwiha daxwaz dike ku tenê zarok û ewên tendirustiya wan di bin metirsiyê de yeî vegerînin Fransayê.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Oliver Veran li ser vê mijarê ragihand, ji bo vegerandina welatiyên Fransî yên li kampên Sûriyê, lêkolînên bi hûrgilî dikin, her dosyeyek pêwîstiya bi pêdaçûna bi hûrgilî heye.

Li gor zanyariyên ajansa AFPê, heta niha 100 jin û 250 zarokên Fransî li kampên Sûriyê dijîn.