Li Tirkiyê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe

Jûra Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê derbarê girtiyên nexweş de bang li hikûmetê û Wezareta Dadê ya Tirkiyê dikin da ku mafên sereke yên girtiyan binpê nekin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Jûra Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê derbarê girtiyên nexweş de bang li hikûmetê û Wezareta Dadê ya Tirkiyê dikin da ku mafên sereke yên girtiyan binpê nekin û wan girtiyên rewşa wan giran e, serbest berdin.

Li Tirkiyê yek ji problemên bi dehan salan e di rojevê de ye û nayê çareserkirin jî kêşeya girtiyên nexweş yên ku rewşa wan giran e. Di raportên Komeleya Mafên Mirovan de hatiye ragihandin ku di sala 2021an de 51 girtî û di mehên Gulan û Hezîrana 2022an de jî 13 girtiyan canê xwe ji dest dane.

Li ser vê mijarê Jûra Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê bi hevkarî daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Her du jûrên ku wekî mezintirîn jûrên Tirkiyê tên zanîn û bi 10 hezaran edamên wan hene, bang li hikûmet û Wezareta Dadê ya Tirkiyê dikin da ku nexweşên girtî yên ku rewşa wan giran e bêne azadkirin û bi hezaran girtiyên din jî yên ku xwedî nexweşînên kronîk in bêne dermankirin.

Seroka Jûra Bijîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan diyar kir: "Nexweşên ku divê li derve bêne dermankirin di girtîgehan de dimînin û paşî jî canê xwe ji dest didin. Herwiha girtiyên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan û bijîşk jî nikarin ligel wan pêwendî danin. Li aliyê din jî hêzên ewlehiyê zextan li bijîşkan dikin di dema dermankirina van nexweşan de.”

Li gorî raportên hatine ragihandin ên Komeleya Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2022an heta meha Tebexê bi giştî li hemû girtîgehên Tirkiyê hezar û 608 girtiyên nexweş hatine tomarkirin ku rewşa 651 ji van nexweşan giran e.

Herwiha di raportan de hatiye destnîşankirin ku dema nexweşînên kronîk jî bêne hesabkirin hingî hejmara girtiyên nexweş derdikeve bi ser 10 hezaran kesî. Baroya Stenbolê jî dibêje; mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin û ew rûbirûyê îşkenceyê dimînin.

Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu destnîşan kir: “Li gorî yasayên navdewletî ji kêliya ku kesek tê binçavkirin û şûnde mafê tendûristiyê dikeve bin berpirsiyariya dewletê. Lê Tirkiye li gorî van yasa û peymanên navdewletî tevnagere. Ji raportên îşkenceyê bigirin heta kiryarên nebaş yên li nexweşxaneyan, her tişt li ber çav e. Em jî bang dikin da ku dewlet van yekan bibîne û guh bide me."

Li gorî amarên Gerînendeya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê; di sala 2022an de, li 384 girtîgehan ku kapasîteya wan 271 hezar û 823 kes in, niha 314 hezar û 502 girtî tê de hatine bicihkirin.

Li gorî raportên komeleya Mafên Mirovan, Baroya Stenbolê û Jûreya Bijîşkan, her çiqas hikûmet red bike jî di 6 mehên pêşî ya sala 2022an de 1589 caran mafên girtiyan yên yasayî hatine binpêkirin.

Jûra Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê bi hevkarî bang li hikûmetê û Wezareta Dadê dikin da ku çareyekê peyda bikin ji bo rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê. Ew dibêjin; her roja ku ew girtiyên nexweş nayêne serbest berdan, hejmara wan zêde dibe û metirsiya li ser canê wan jî zêdetir dibe.