Saziyên sivîl daxwaza azadkirina girtiyên nexweş dikin

Li Diyarbekirê Komeleya Hevkariya Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, Nunertiya Weqfa Mafên Mirivan (THÎV) a Diyabekirê, Jûra Tabîban a Diyarbekirê, Baroya Diyarbekirê û Sendîqaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Diyarbekirê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Komeleya Hevkariya Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, Nunertiya Weqfa Mafên Mirivan (THÎV) a Diyabekirê, Jûra Tabîban a Diyarbekirê, Baroya Diyarbekirê û Sendîqaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Diyarbekirê daxuyaniyeke hevpar belav kirin û bal kişandin ser rewşa li girtîgehên Tirkiyê û girtiyên nexweş. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî piştgiriyê da beşdaran.

Li Diyarbekirê 7 saziyên mafên mirovan û saziyên sivîl li ber Dadgeha Diyarbekirê, bi daxuyaniyeke hevpar, bal kişandin ser êşkence û muameleyên xirab ku li girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ne tên kirin û bang û daxwaz kirin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Hevserokê ÎHD a Diyarbekirê Abdullah Zeytûn diyar kir ku bijîşkên ku nexweşan kontrol dikin û rewşa wan a rastî dizanin, di raporên xwe de, daxwaza berdana girtiyan dikin, lê  Saziya Tip a Edlî ya Tirkiyê, bêyî ku nexweş bibînin, li tawanên wan dinihêrin û biryara berdan û neberdana wan didin. Zeytûn tîne ziman ku çawa li derve polîtîqayên bê hiqûqî û binpêkirina mafan tê meşandin, li girtîgehan jî heman helwest heye.

Abdullah Zeytûn diyar kir: “Bi sedan girtî nexweş in û li ber mirinê ne bi rastî. Ew kirinên bê hiqûqî, bê dadî û bê wicdanî berdewam dikin. Me jî îro bertek nîşan da ku ew neheqî bila ji holê bên rakirin û me rêya rast jî ji bo wan nîşan da.”

Keça Meyrem Soylu jî ev 2 sal in ku di girtîgehê de ye û li gel ku nexweşînên wê yên kujer hene nayê berdan. Meryem Soylu bi xwe jî 9 sal û nîv di girtîgehê de maye û tîne ziman ku dema girtî Kurd bin, muameleyên dij mirovî û êşkenceyên giran tên kirin û tawanbar jî bi kirinên xwe tên diyarî kirin.

Meryem Soylu ji K24ê re ragihand: “Keça min ev 2 sal in ku li zindanê ye û nexweş e. Keça min ji ziravê xwe emeliyat bûye. 3-4 meh jî bi tenê di hucreyekî de bi tenê maye. Bi rastî jî rewşa keça min pir xirab e. Yanî wisa bûye ku ‘tu yê bibêjî qey ku rih lê nema ye’. Daxwaziya min jî ji bo keça min tenê nîne, lê zarokên wê hene û ew jî bê xwedî mane. Ji ber ku ez jî 9 sal û nîv di girtîgehê de mame, bi rastî, ez şert û mercên zindanê baş dizanim. Em ji vir bangî serokwezîr, serokomar û erkdarên wan dikin, dîsa kesên ku mafên mirovan diparêzin jî dikin ku bila demek beriya demekî vê tecrîta li ser zindanan rakin û girtiyên nexweş serbest berdin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bakir Bozdag jî, li ser mijarê ragihand ku ew jî ji bo çareseriya kêşeyên girtiyên nexweş di nav xebatan da ne û niha pêşniyaran werdigirin, Bozdag da zanîn ku ew jî ji pêwistiya gav avêtin û çareseriya rewşa girtiyan agahdar in.