Şanoya Ximbil û Nan: Bêdengiya li hember neheqiyan, mirina civakê ye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Kevintirîn koma şanoyê ya Amerîkayê Bread and Puppet Theater (Grûba Şanoya Ximbil û Nan) li Stenbolê bi navê “Xerabiyên Civaka Me” şanoyeke muzîkal leyîstin. Di ser şanoyê re bi amûr û lîstîkên taybet, bêdengiya li hemberî neheqiyan wek mirina civakê tê destnîşankirin.

Ximbilên mezin û li gel van bi dehan kesên cilên taybet li xwe kirine destê wan de bi amûrên cuda nimayîşeke muzîkal û şanoyekê pêşkêş dikin.

Bread and Puppet Theater a ku wek koma şanoyê ya herî kevn ên Amerîkayê tê zanîn li Stenbolê bi navê “Xerabiyên Civaka Me” bi terzeke ciyawaz şanoyekê pêk anîn.

Di şanoyê de bandora aliyên hêzdar a li ser civakê û pêwendiya her du aliyan tê behskirin. Bêdengiya li hemberî neheqiyan jî wek mirina civakê tê destnîşankirin.

Hin materyal û kelûpelên li ser lîstikvanan jî balê dikêşîne ser kêşeya jîngehê ku kêşeya tevahiya cîhanê ye.

Ev nimayîşa şanoyê ya ku di çarçoveya 17emîn çalakiyên kultirî yên Bîenal a Stenbolê de pêk hat tê çaverêkirin rojên bê li Diyarbekirê were kirin.