Elon Musk înternetê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dabîn dike

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê rizamendî nîşan daye ku bi rêya heyvên çêkirî înternet ji bo wan navçeyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê were dabînkirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Gencîne ya Amerîkayê rizamendî nîşan daye ku bi rêya heyvên çêkirî înternet ji bo wan navçeyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê were dabînkirin, ku ji ber xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê, ji aliyê Tehranê ve înternet tê de hatiye sînordarkirin.

Piştî ku xwediyê kompaniya Starlink Elon Musk diyar kir ku ew amade ye xizmeta înternetê bigihîne navçeyên Îranê, ku ji ber nerazîbûnan, hikûmeta Tehranê xeta înternetê sînordar kiriye, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bersiv daye.

Di nav çend rojên borî de hejmarek ji çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji Elon Musk daxwaz kiribûn, weke welatên din, xizmeta înternetê bi rêya heyvên çêkirî, bi kalîteyeke baş bigihe welatiyên Îranê, da ku dengê nerazîbûnan bigihe cîhanê.

Piştî wê daxwazê, Elon Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, kompaniya Starlink ji îdareya Amerîkayê daxwaz dike, ji sizayên ser Îranê yên derbarê dabînkirina înternetê ji bo welatiyên Îranê, were bexşîn.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê eşkere kir, ew pêşwazî dikin li her destpêşxerî û daxwazek ji bo gihandina xizmetguzariya înternetê û her program û amûreke pêwendîkirinê ji bo navçeyên Îran û piştgiriya azadiya bikaranîna înternetê li wî welatî dikin.

Piştî canjidestdana Jîna Emînî di 16ê Îlona 2022yan de, xwepêşandan û nerazîbûn li navçeyên cuda cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin.

Ji ber vê yekê, Tehranê ji bo rêgirtina li zêdebûna nerazîbûnan biryar daye, bikaranîna înternetê bi rêya telefonan li piraniya navçeyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê sînordar bike.