Xortekî Kurd Ala Kurdistanê diyarî Dalay Lama kir

Xortekî Kurd li ser asta Rojhilata Navîn beşdarî bernameyeke aştî û pêkvejiyanê bû û Ala Kurdistanê danî ser milê xwediyê xelata aştî ya Nobelê û Rêberê Rûhanî yê Budîstên Tîbetê Dalay Lama.

Hewlêr (K24) – Xortekî Kurd li ser asta Rojhilata Navîn beşdarî bernameyeke aştî û pêkvejiyanê bû û Ala Kurdistanê danî ser milê xwediyê xelata aştî ya Nobelê û Rêberê Rûhanî yê Budîstên Tîbetê Dalay Lama, xortê Kurd Hejîr Îbrahîm li ser nexşeyê, behsa zilm û dagirkeriyên li dijî gelê Kurdistanê kir.

Hejîr Îbrahîm xortekî nişteciyê Hewlêrê ye û li Hindistanê beşdarî bernameya Ciwanên Avakerên Aştiyê bûye, ku her saş ji aliyê Akademiya Amerîkayê ve ji bo aştiyê tê sazkirin, di wê çarçoveyê de derbarê Kurdistanê de ligel Dalay Lama gotûbêj kir û Ala Kurdistanê danî ser milê wî.

Hejîr Îbrahîm ji K24ê re ragihand: “Îsal 20 ciwan li ser asta cîhanê beşdarî bernameyê bûn, ji Rojhilatê Kurdistanê ez yekane ciwan bûm, çalakiyên vê bernameyê îsal di 14ê Îlona 2022yan de dest pê kir, di du rojên dawî de beşdar dikarin çend xulek ligel Dalay Lama biaxivin.”

Îbrahîm diyar kir: “Ew dema ku ji bo axaftina ligel Dalay Lama ji bo min hatibû diyarkirin, min li ser nexşeyê behsa Kurdistanê jê re kir, min jê re got 'Gelê Kurd ku 40 milyon kes in, bê dewlet e, ji wê dema ku em hene, zilm li me tê kirin', min behsa wê yekê jî kir ku di sala 2017an de xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê referandûm kir û piraniya xelkê deng dan, lê belê welatên din li dijî serxwebûnê sekinîn.”

Herwiha eşkere kir: “Di hevdîtinê de min ji Dalay Lama re behsa pêkvejiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê kir, ku bûye nimûneyeke ciwan a navçeyê.”

Bernameya Ciwanên Avakerên Aştiyê her sal ji aliyê Akademiya Amerîkayê ve ji bo aştî û saziya Dalay Lama bo 20 ciwanan li seranserê cîhanê tê lidarxistin. Ciwanên ku ji bo vê bernameyê têne vexwendin, divê di pêşvebirina aştî û pêkvejiyana civak û welatê xwe de ezmûna wan a xebatê û rola wan hebe.

Dalay Lama, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û Rêberê Rûhanî yê Budîstên Tîbetê ye, beriya dagirkirina welatê Tîbetê ji aliyê Çînê ve, Dalay Lama Serokê Tîbetê bû.

Rol û pêgeheke bibandor a Dalay Lama hebû di pêşveçûna aştî û pêkvejiyana nav civaka wî de, ku pevçûnên olî û netewî hebûn. Herwiha kesayetekî diyar ê cîhanî ye û ji aliyê serokên welatên cuda cuda ve hatiye pêşwazîkirin û rêz lê hatiye girtin. Herwiha çendîn pirtûkên li ser aştî û pêkvejiyanê nivîsandine.