Supaya Pasdarên Îranê hişyariyê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê berpirsatiya xwe di topbarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de ragihand û hişyarî da xelkê Herêma Kurdistanê ku nêzîkî baregehên partiyên dijberên Îranê nebin.
Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re got, îro piştî nîvro demjimêr 15:25 topxaneya Îranê dest bi bi topbarana zozanên Berzîn Gurê Saye û zozanênên Hornê bi giranî topbaran kirin.
Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ew baregehên partiyên dijberê Îranê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dike armanc û dê topbaran berdewam bibe.
Supaya Pasdarên Îranê hişyarî da welatiyên Herêma Kurdistanê ku ji baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê nêzîk nebin.