Ciwanên di lîstika li Diyarbekirê de ala Kurdistanê bilind kiribûn hatin binçavkirin

Alîgirên Amedsporê bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi gotina "Bijî Kurdistan" piştgirî dabûn tîma xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) yên ku di lîstika Amedspor - Bursasporê de ala Kurdistanê vekiribûn hatin binçavkirin.

Şeva borî di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama (2 – 0) bi ser ket, hin alîgirên Amedsporê bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi gotina "Bijî Kurdistan" piştgirî dan tîma xwe.

Ev yek di medyaya civakî de deng veda û hat zanîn hêzên asayîşa Diyarbekir ew kes binçav kirine.

Li gorî zanyariyên ketine destê K24ê, îro beşek ji endamên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ku şeva borî di maça Amedspor - Bursasporê ya li Diyarbekirê de ala Kurdistanê bilind kiribûn, îro 7 kes hatine binçavkirin, beşek binçavkiriyan ji malê hatine birin, beşek jî bi telefonê bo asayîşê hatine xwastin.

Kesên hatine binçavkirin li asayîşê tên sekinandin û dê îfadeya wan li wê derê were wergirtin.

Hat zanîn ku parêzerên kesên hatîn binçavkirin rewşê dişopînin.

Parêzgarê Diyarbekirê piştî maçê got, “Di derbarê maça Bursaspor - Amedsporê de ku li bajarê me hat lîstin, hemû tedbîr hatin girtin. Lê belê bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin, derbarê wê mijarê de ku li ser medyaya civakî belav bûne ku bi cil û bergên bi dîmen derbasî stadyumê bûne , hêzên me yên ewlehiyê demildest mudaxele kirine û derbarê kesên pêwendîdar de rêkarên yasayî hatine destpêkirin.”

Ji aliyê din ve Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê têkildarî lîstikê de daxuyaniyek da û got: “Ji bo provokasyonê destêwerdanên pêwîst hatin kirin û derbarê kesên pêwemdîdar de lêpirsîn hat destpêkirin.”