Akar: Hêzên Tirkiyê bi kûrahiya 140 kîlometreyan çûn nav axa Iraqê

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, hêzên Tirkiyê 27ê Îlonê 140 kîlometreyan çûye nav xaka Iraqê.
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, hêzên Tirkiyê 27ê Îlonê 140 kîlometreyan çûye nav xaka Iraqê û li Çiyayê Asos 16 şikeft û baregeha fermandariya PKKê ji nav birine.

Îro pêncşemê 29ê Îlona 2022yan, Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ji medyaya welatê xwe re ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê roja sêşemê 27ê Îlona 2022yan, bi kûrahiya 140 kîlometreyan çûne nav ava Iraqê.

Hulusî Akar eşkere kir ku artêşa Tirkiyê li Çiyayê Asos 16 şikeft û baregeha fermandariya PKKê ji nav birine.

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê di demekê de ye ku îro firokeyên şer ên Tirkiyê devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kir. Li gor zanyaran jî, cihê hatiye bombebarankirin, baregehên PKKê lê ne.

Peyamnêrê K24ê li deverê da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê îro demjimêr 11:27 devera devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekanê kir.

Herwiha amaje bi wê yekê kir, li gorî zanyariyên leşkerî û xelkê deverê, cihê ku hatiye bombebarankirin, baregehên PKKê li wê deverê hene.